Êrîşeka Hûsiyan li Deryaya Sor hat pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) radigehîne, Komên Hûsiyên Yemenê moşekeka Balistî ber bi Deryaya Sor ve avêtiye, ku dibe roja Şemê keştiya MV Torm li kendavê Erebî kiribe armanc.

Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) serê sibeha îro (Duşem, 26.02.2024) ragehand, Komên Hûsiyên Yemenê moşekeka Balistî ber bi Deryaya Sor ve avêtiye, ku dibe roja Şemê keştiya MV Torm li kendavê Erebî kiribe armanc.

Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê amaje jî da, “Çi zirarên canî û madî ji wê êrîşê çê nebûne”. Herwesa ragehand, “Ew moşek bi rêya tewjima avê hatiye pûçkirin”.

CENTCOMê ew yek jî berçav kir ku, hêzên Amerîkayê her di wê rojê de du dron jî li asmanê Başûrê Deryaya Sor êxistine.

MV Torm Dhur keştiyeka petrolê û madeyên kîmyayî ya Amerîkayê ye û alaya Amerîkayê li ser wê hatiye bilindkirin.

Hûsî ji Mijdara 2023ê ve wekî piştevanî ji bo Filistîniyan bi dron û moşekan êrîşî ser Deryaya Sor û tengava Bab Mendebê û kendavê Edenê dikin, lê hêşta şerê Israîlê li Xezzeyê berdewam e.

Ji aliyekê dî ve Amerîka û Brîtanyayê dest bi helmeta êrîşkirina li ser wan deveran kir, ku dron û moşekên Hûsiyan lê tên avêtin, taybet li parêzgeha Hedîdeyê ya Yemenê.

Heftiya borî Hûsiyan ragehand ku, dê êrîşên xwe li ser wan keştiyan girantir bikin ên ku peywendî bi Israîl û Amerîka û Brîtanyayê ve heye.