Hejar Hesinî: Çend komên çekdar ên Îraqê biryaran ji welatên din werdigirin

Hejar Hesinî
Hejar Hesinî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekarekî siyasî dibêje, “Hikûmeta Îraqê heta niha nekariye komên çekdar kontirl bike, ew kom bi heza xwe biryaran didin û êrîşî ser bingehên Amerîkayê li Îraqê dikin”.

Şirovekarê Siyasî Hejar Hesinî îro (Yekşem, 17.03.2024) ji K24ê re ragehand, “Di dewleta Îraqê de, milîşyayên çekdar wekî pareke hêzên serbazî yên dewletê hatine tomarkirin. Pareke van hêzan li jêr biryara Serokwezîrê Îraqê ne, pareke din jî biryar û fermanên xwe ji welatên din werdigirin”.

Wî şirovekarê siyasî got, “Hikûmeta Îraqê heta niha nekariye komên çekdar kontirl bike, ew kom bi heza xwe biryaran didin û êrîşî ser bingehên Amerîkayê li Îraqê dikin. Komên çekdar ên Îraqê wekî artêşa Pasdarên Îranê ne, tenê ji bo parastina hindek kesatiyan kar dikin”.

Hejar Hesinî amaje jî da, “Armanca wan komên çekdar li Îraqê ne hêzên Amerîkayê û Hevepymanan in, belkî armanca wan ew e ku hejmona Îranê li ser Îraqê bisepînin, ji ber ku Îran li derveyî sinorê xwe ji bo parastina sîstema desthilardarî û rijêma xwe kar dike”.

Kom û milîşyayên çekdar ên Îraqê li jêr bi dehan nav û alayên cuda cuda û bi ecindayên welatên cîran wekî sedemeke serekî ya hilweşandina bingehên hevparî, hevdengî û hevsengiyê tên hesibandin, ku dewleta nû ya Îraqê li ser wan bingehan hatiye avakirin.

Şarezayên siyasî û serbazî dibêjin, ew komên çekdar bi awayên rasterast û nerasterast ji aliyê hikûmeta Îraqê û Îranê ve bi merema bicihanîna çend ecindayên siyasî tên peredarkirin.

Di dema çend salên kêm de, komên çekdar hêz û îmkanên aborî û serbazî yên mezin bi dest xwe xistine û di Îraqê de bûne dewlete paralel. Ew kom pareke desteya Heşda Şebî ne û hejmara endamên wan zêdetirî 238 hezar kesan e û ji 73 komên çekdar pê hatine.