Heta dawiya îsal hezar amûrên ATM li bajarên Herêma Kurdistanê tên danan

Navenda Nûçeyan (K24) - Piroseya tomarkirina mûçexurên Herêma kurdistanê di pirojeya Hejmara Min de berdewam e û rêjeya tomarkirinê jî gehiştiye 260 hezar kesan, herwesa heta niha 153 hezar kart bi tomarkiriyan hatine dan.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 04.04.2024) belav kiriye, “Heta dawiya sala 2024ê, nêzî hezar amûrên ATM li tevaya parêzgeh, qeza û nahyeyên Herêma kurdistanê tên binecihkirin”.

Hejmara bankên ku tevlî pirojeya Hejmara Min dibin di zêdebûnê de ye, ku bankên tevlîbûyî ev in; BBAC, IIB, CIHAN, RT, NBI. Tevaya wan jî ji aliyê Banka Navendî ve itîrafpêkirî ne û tevlîbûna wan hatiye pejirandin.

Ev ji bo dema salekê ye ku fermanberên nexweşxaneya zarokbûnê ya Hewlêrê wekî destpêkeke ezmûnî mûçeyên xwe bi rêya pirojeya Hejmara Min werdigirin.

Li dawiya sala borî, fermanberên kolîjên Adab, Çandin û Zanistê yên zanîngeha Selahedînê jî mûçeyên xwe bi rêya pirojeya Hejmara Min wergirtin.