Lêborîn ji bo sizayê paşxistî yê bacê û kirêya salane ya milkdariyê derkeft

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi piştevaniya biryarên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çend biryar derxistin ku girêdayî lêborînê ne ji bo tevaya feyde û sizayê paşxistî yên dana bacê.

Di nivîsareke Wezareta Darayî de ku duhî (Sêşem, 08ê Nîsana 2024ê) derkeftiye û Wezîrê Darayî û Abûrî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Awat Cenab Nûrî îmza kiriye, çend pêşkêşkirinên hêsankariyên pêdivî di çarçoveya qanûnên bacê de ji bo bacderan ji texên karker û pîşekaran, xasma pêdaçûna desthilata darayî bi rêjeya xeminandina baca pîşeyan û karê karkeran ku xwediyên yek çavkaniya dahatî ya sinordar in û jîn û jiyara malbatên wan li ser wî karî ye, ew jî bi arasteya barsivikiyê ji bo dana bacê bi liberçavwergirtina rewşa neasayî ya niha li Herêma Kurdistanê.

Di wê biryarê de hatiye, lêborîn dê ji bo tevaya feyde û sizayên paşxistî yên dana bacê û kirêya salane ya milkadariya mîrî be ku dikeve ser stûyê welatiyan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Çarşemê, 27ê Adara 2024ê, ragehand, “Me biryar li ser parvekirina mûçeyên meha Sibatê da, min Wezareta Darayî raspartiye ku dest bi parvekirina mûçeyên meha Sibatê bike û amadekariyan ji bo dabînkirina mûçeyên Adarê û mehên di dû re jî bike”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa çend biryarên din jî di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de derxistin ji bo ku rewşa aborî ya xelkî sivik bike. Yek ji wan biryaran jî parvekirina parçeyên erdî ye ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wî warî de ragehand, “Me biryar da Wezareta Şaredarî û Geştyariyê dest bi terxankirin û parvekirina parçeyên erdî li ser tevaya wan fermanberan bike yên heta niha ji hikûmetê mifadar nebûne”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê daxuyaniya rojnamevanî de herwesa çend biryarên din jî ragehandin û amaje da ku tevaya wezaretên peywendîdar ji bo bicihanîna wan biryaran raspartine, wekî:

Daşkandina pereyê li ser hev kombûyî yê karebayê bi rêjeya 20%

Daşkandina sizayên li ser hev kombûyî yên trafîkê bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên anîna goştî bi rêjeya 50%

Daşkandina kirêya xwandina paralel li zanîngeh û peymangehên hikûmî bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên li ser hev kombûyî yên avê bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên şaredariyê û xasma kirêya kirêdarên Wezareta Şaredariyê bi rjeya 20%

Lêborîna ji bo sizayê vemana bacê ji aliyê pîşwer, karker û hejaran ve.