Şiroveyên cuda cuda ji bo serdana Sûdanî ji bo Amerîkayê tên kirin

Mihemed Şiya Sûdanî
Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Piraniya pêşbînî û şiroveyan behsa wê yekê dikin ku, rewşa hêzên Amerîkayê li Îraqê, rewşa aborî û danûstandinên li ser pirsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê dê tewerên serekî yên civînên Sûdanî li Waşintonê bin.

Şiroveyên cuda cuda ji bo serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Amerîkayê tên kirin. Ev serdan çend dozên giring vedigire ji ber ku li beranberî kabîneya wî di demeke dereng de ye. Şirove behsa aliyên aborî û ewlehî û danûstandinên li ser sizayên bankên Îraqî û vekêşana hêzên Amerîkayê ji Îraqê dikin.

Şirovekerê Siyasî Elî Sahib dibêje, “Çarenivîsa hêzên Amerîkayê, mijarên aborî û xasma sizayên li ser bankan û paşeroja Îraqê li bernaberî astengên Rojhilata Navîn dê tewerên serekî yên danûstandinan bin ji ber ku Îraq xwediya pêgeheke stratejîk e û gelek givaştin ji aliyê welatên cîran ve li ser wê hene”.

Aliyekî giring li ser maseya danûstandinnan girêdayî peywendiyên Hikûmeta Federalî û Herêma Kurdistanê ye ji ber ku behskirina vê pirsê li Waşintonê mimkin e li paşerojê bibe sedema vedîtina çareseriyan ji bo duberekiyan.

Şirovekerê Siyasî Omer Nasir amajeyê dide, “Doza Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî mijareke gelek giring e û bê goman divê avriyek lê bê dan, ji bo ku rewşa siyasî ber bi nemana qeyranan ve biçe ji ber ku ev zêdetirî 10 salan e bawerî di navbera her du aliyan de nemaye”.

Serdana çaverêkirî ya Serokwezîrê Îraqê ji bo Amerîkayê di demekê de ye ku hin aliyên siyasî, û xasma yên ku li jêr hejmona komên çekdar û welatên cîran de ne, naxwazin danûstandin di navbera Îraq û aliyên Amerîkayê de hebin.