Lijneya Bilind a Serbazî ya Îraq û Amerîkayê li Tîrmeha îsal dicive

Civîna Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê - bingeha Pentagonê
Civîna Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê - bingeha Pentagonê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê radigehîne, “Civîna bê ya Lijneya Bilind a Serbazî ya hevpar a Îraq û Amerîkayê li Tîrmeha îsal tê kirin”.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li bingeha serekî ya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê bi Wezîrê Bergiriyê yê wî welatî LIyod Austin re civiya û di wê civînê de ragehand, “Îraq ji Lijneya Bilind a Hevahengiya Serbazî ber bi hevpariya giştgir bi Amerîkayê re pêngavan diavêje”.

Serokwezîrê Îraqê herwesa got, “Civîna bê ya Lijneya Bilind a Hevahengiya Serbazî ya Îraq û Amerîkayê ji bo helsengandina gefên DAIŞê û şiyanên hêzên ewlehiyê yên Îraqê û lihevkirina danana jivanekî ji bo vekêşana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Tîrmeha îsal tê kirin”.

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê LIyod J. Austin jî ji aliyê xwe ve amaje da ku, welatê wî li ser alîkarîkirina Îraqê ji bo şkandina DAIŞê pabend e. Herwesa got ku, ew dixwazin bi Îraqê re hevahengiyeke serbazî ya mukom hebe û herwesa dixwazin danûstandinan ber bi peywendiyên stratejîk di çarçoveya lihevkirina stratekîk a Îraq û Amerîkayê de bibin.

Ji destpêka îsal ve Lijneya Bilind a Serbazî ya Îraq û Amerîkayê çend caran ji bo bidawîanîna erkê hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî civiya.

Ji Çileya îsal ve jî lijneyên lawekî, ku ji aliyê Lijneya Bilind a Serbazî ve hatine damezrandin, çend civîn li Bexdayê kirine û tê de danûstandin li ser metirsiyên DAIŞê, kirina operasiyonên hevpar û helsengandina şiyanên hêzên ewlehiyê yên Îraqê kirine.