Dilşad Şehab: Îraq û Herêma Kurdistanê li beranberî hevrikiyeke mezin in

Dilşad Şehab
Dilşad Şehab

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Ji ber wan aloziyên ku li deverê hene, Îraq û Herêma Kurdistanê li beranberî hevrikiyeke mezin in”. Herwesa dibêje, “Serdana Sûdanî ji bo Waşintonê di demeke gelek guncayî û bibandor de ye”.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Çarşem, 17ê Nîsana 2024ê) di derheqa serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo Amerîkayê de ragehand, “Ew serdan pêngaveke gelek erênî û di demeke gelek guncayî û bibandor de ye”.

Dilşad Şehab herwesa got, “Behskirina mafên gelê Kurd û amadebûna nûnerên Herêma Kurdistanê di danûstandinên navbera berpirsên Îraq û Amerîkayê de li Waşintonê amajeyeke gelek gelek erênî û hêvîder e bi zindîtiya daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê, wekî mafên darayî, hinardekirina petrola Kurdistanê û mafên siyasî û destûrî. Herwesa ew danûstandinên li ser pêşxistina awayê desthilatdariyê li Îraqê hatine kirin.

Navbirî amaje jî da, “Hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê li beranberî hevrikiyeke mezin in ku nebin pareke wan arêşe û aloziyên ku niha li deverê hene”.