Hikûmet piştevaniya darayî pêşkêşî wan welatiyan dike yên bi dilxwazî vedigerin Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya darayî û manevî pêşkêşî wan welatiyan dike yên ku bi dilxwazî ji derveyê welatî vedigerin Herêma Kurdistanê. Birêvebera Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan radigehîne, “Sîstema vegeriyana welatî wekî sihwaneyekê ye ku hemî aliyên xizmetkariyan vedigire”.

Birêvebera Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan Naz Celal ragehand, “Sîstema vegeriyana welatî NRM ji aliyê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Navenda Hevpariya Hevahengiyê ya Qeyranan ve bi piştevaniya darayî ya Yekîtiya Ewropayê û Rêkxistina IOM a Navdewletî ya Koçkirinê ve hatiye danan”.

Naz Celal herwesa got, “Sîstema vegeriyana welatî wekî sihwaneyekê ye ku hemî aliyên xizmetkariyan vedigire; ji bo pêşkêşkirina xizmetkariyan ji wan kesan re yên ku bi dilxwazî ji derveyê welatî vedigerin Herêma Kurdistanê, ev jî pêxemetî alîkarî û tevlîbûna wan bi civakê re”.

Berpirsê hoba wê sîstemê Mihemed Çalak jî di vî warî de ragehand, “Li dû pêdivîtiya wan welatiyan ên ku dixwazin vebigerin Herêma Kurdistanê, em rasterast dişînin wan cihan ên pêdivîtiya wan pê heye û em alîkariyên cuda cuda pêşkêşî wan dikin”.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya wan welatiyan dike yên ku ji welatên din vegeriyane, ji bo ku têkelî civaka xwe bibin. Ji nîva sala borî heta niha, 198 welatiyên vegeriyî feyde ji wan xizmetkariyan dîtiye. Biryar e îsal jî di paşerojeke nêzîk de eynî sîstemê li parêzgeha Dihokê û îdareyên serbixwe bê bicihanîn.