Pat Ryder ji bo K24ê: Me sîstema bergiriya asmanî li seranserî Rojhilata Navîn danaye

Pat Ryder
Pat Ryder

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) radigehîne, “Me sîstema bergiriya asmanî li seranserî Rojhilata Navîn danaye”.

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder ji K24ê re ragehand, “Danana sîstema bergiriya asmanî ji bo bergirîkirina ji hêz û berjewendiyên hevpeymanên me ye”.

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) herwesa got, “Di civîna Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê û Serokwezîrê Îraqê de, danûstandin li ser guhertina erkê hevpeymanan hatiye kirin”.

Pat Ryder tekez jî kir, “Em bergiriyê ji hêz û berjewendiyên hevpeymanên xwe dikin”.

Pêştir Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski jî ragehandibû, “Ev heftî ji bo peywendiyên Îraq û Amerîkayê gelek baş bû”. Herwesa gotibû, “Peywendiyên Amerîkayê bi hemî parên Îraqê re bihêz in”.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve ji bo Koçka Spî hat vexwendin û tevî şandeke hikûmet, perlemanter û kertê taybet roja Sêşemê, 13ê Nîsana 2024ê, ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Ev yekemîn serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo Amerîkayê ye. Sûdanî heta 19ê vê mehê li Amerîkayê dimîne. Herwesa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî yek ji endamên şanda Serokwezîrê Îraqê ye.