Aliyên siyasî yên Başûr li ser 13 xalên “ne diyar” lihev dikin

Kurd24

K24- Hewlêr

Aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li ser 13 xalan derbarê pirsa serokatiyê de rêkeftine, lê naveroka wan xalan eşkere nebûne.

Piştî bidawîhatina pêcemîn civîna 5 aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên, duh, 26ê Tebaxê, di konferensekî rojnamevanî de li encamên civîna ku li hola Seid Ebdulla ya li Hewlêrê birêve çûbû, ji medyayê re şekere kir.

Fûad Hisên ragehand ku, aliyên siyasî li ser 13 xalan derbarê çareserkirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de rêkeftine, lê naveroka wan xalan eşkere nekir.

Hisên da zanîn ku, di civîna bê ya aliyên siyasî de, ku biryara Yeşkemê (30ê Tebaxê) birêve biçe, dê aliyên siyasî li ser xalên girêdayî mîkanîzma hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û çend pirsên din rêkevin.

Civîna aliyên siyasî bo çareserkirina krîza Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 18ê Tebaxê bi amadebûna nûnerên Amerîka, Brîtanya û Neteweyên Yekbûyî destpêkiribû.

Di civînê de nûnerên biyanî daxwaza çareserkirina pirsgirêkan bi lihevkirinê ji partiyên Başûrê Kurdistanê kiribûn, herwiha pêşniyara mana Mesûd Barzanî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de bo heyama du salên din jî kiribûn.

Fûad Hisên da zanîn jî ku, derbarê çawaniya hilbijartina serok de, nûnerên aliyên siyasî dê li serkirdayetiya partiyên xwe vegerin ji bo ku di civîna roja Yekşemê de ev pirsa yekalî bibe.

Herwiha biryar e di civîna bê de, partiyên ku nûnerên Xirîstyan, Kurdên Êzdî, Tirkmen û partiyên ku nûnerên wan di hikûmet û Parlementoya Kurdistanê de nînin, beşdar bin.

Piştî lihevkirina aliyên siyasî, dê Komîteya Yasayî ya Parlementoya Kurdistanê xalên lihvekirinê bike rapor da ku ji aliyê parlementeran ve bê pesendkirin.