Opozîsyona Sûriyê plana De Mistura gotûbêj dike

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê derbarê plana De Mistura de helwesta xwe yekalî dike, plan jî nêzîk destpê dike.

Hevpeyaniya Opozîsyonê duh, 28ê Tebaxê, dest bi gotûbêjkirina plana Nûnerê Navdewletî yê Taybet li Sûriyê, Staffan De Mistura, li Stenbolê kir, civîna wê jî 3 rojan berdewam dike.

Plana De Mistura ya derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de tekez li ser pêkanîna 4 tîman ji bo wê çareseriyê dike, Encûmena Asayişa Navdewletî jî roja 17ê Tebaxê ew plan pesend kiriye.

Hevpeymaniya Opozîsyonê beriya niha rexne li wê planê girtibû, ji ber ku amaje bi çarenivîsa Beşar Esed nake, herwiha ragehandibû ku plana De Mistura demeke zêdetir dide rejîmê da ku “li ser tawanên xwe” berdewam be.

Piştî bidawîhatina 3 rojên gotûbêjan, dê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozsîyona Sûriyê biryara xwe debarî beşdarîkirinê di plana De Mistura de yekalî bike.

Rejîma Sûriyê jî beriya niha razîbûna xwe li ser plana De Mistura, ya ji bo çaresekrina krîza ku ew 4 salin li wî welatî diqewime, anîbû ziman.

Li gor çavkaniyên medyayî û dîplomasî jî, çaverê ye ku De Mistura di heftiya duyem ji meha Îlonê dest bi cîbicîkirina plana xwe bike.

Plana Nûnerê Navdewletî li Sûriyê tekez li ser pêkanîna 4 grûpên kar ji bo pirsên Siyasî û Destûrî, Asayiş û Parastinê, Bidawîanîna Dorpêçê û Gehiştina Alîkariyên Pizîşkî, dike.

Grûpa çarem jî teybate bi pirsên leşkerî û nehiştina terorê û rawestandina şer e.

Bingeha karê wan grûpan jî dê daxuyaniya Cenêvê be, ya ku daxwaza pêkanîna hikûmeteke veguhez bi desthilatên riha li Sûriyê dike.

Dema bidawîhatina karê wan grûpan jî nehatiye diyarkirin, lê pêwîste De Mistura di heyema 90  rojî de raporekê derbarê encamên kar radestî Neteweyên Yekbûyî bike.