Opozîsyona Sûriyê “40” pirsî arasteyî De Mistura dike

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê “40” pirs amadekiriye da ku arasteyî Nûnerê Navdewletî yê Taybet li wî welatî bike.

Hevpeymaniya Opozîsyonê pêr, 28ê Tebaxê, dest bi civînên xwe kiriye, ji bo gotûbêjkirina plana nûnerê navdewletî Staffan De Mistura bo çareserkirina krîza Sûryê, dê îro jî civîn bidawî were.

Derbarê civînê de, Endamê Encûmena Giştî yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, Nesir al-Herîrî ji televîzyona al-Arabiya re metirsiya hevpeymaniyê ji plana De Mistura anî ziman.

Nesir al-Herîr got jî: “Em dibînin ku plana De Mistura berovajî daxuyaniya Cenêv-1 e, pêwîstiya planê bi şîrovekirina zêdetir heye, lewma me wek Hevpeymaniyê 40 pirsyar amadekiriye ji bo ku De Mistura û tîma wî berisva me li ser wan bidin.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Hevpeymaniya Opozîsiyona Sûriyê, Salim al-Mislit, tekez kir ku, ew xwedî li ti çareseriyekê dernakevin ku amaje bi çûna Beşar Esed ji ser desthilatê neke.

Biryar e plana De Mistura di heftiye duyem ji Îlona bê de destpê bike, ew jî bi pêkanîna 4 grûpên kar ji opozîsyon û rejîmê.

Dê ew grûp bo heyama 3 mehan gotûbêj û danûstaninan bi çavêrdiya Neteweyên Yekbûyî  (NY)li baregeha wê bikin.

Piştî bidawîhatina gotûbêjan di heyama 90 rojî de, wê De Mistura encama di raporekê de pêşkeşî NY bike.