Civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hat paşxistin

Kurd24

 K24- Hewlêr

Civîna aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de “heftiyekê” hat paşxistin ji ber “pêwîstiya aliyan bi dema zêdetir.”

Biryar bû îro, 6ê Îlonê, heftemîn gera danûstandinan derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de li hola Seid Ebdaulla ya Hewlêrê birêve çûba.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûa Hisên di daxuyaniyekê de duh Şemiyê ragehand ku, li ser daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civîn hatiye paşxistin.

Fûad Hisên da zanîn jî ku, her yek ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Tevghera Goranê, Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê û Komela Islamî ya Kurdistanê jî li ser daxwaza YNK razî bûn.

Sedema paşxistina civînên ku ji 19ê Tebaxê ve destpêkirine ew e ku “Pêwîstiya aliyan bi demên zêdetir heye ji bo encamdana civînên navxweyî û hevbeş li gel hevdû bi mebesta guftûgokirin û nirxandina komek pêşniyaran di vê heyamê de û amadekirina wan ji bo kombûna pêş de.”

Heta niha, aliyên siyasî negehiştine ti lihevkirinê ji bo çareserkirina krîza Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi xalên girêdayî desthilat û mîkanîzma hilbijartina serok de.

Fûad Hisên di daxuyaniya xwe de hêvî xwest jî ku “kombûna pêş de yekalîker bê û xelkê Kurdistanê helwesteke yekgirtî ya hevbeş di berjewendiya gelê Kurdistanê de, şad bibin.”