PYD rexneyan li rapora AMNESTY digire

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

PYD rexneyan li Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) digre, radigehîne jî ku rapora wê rêxistinê ya derbarê mafê mirovan li Rojavayê Kurdistanê “li ser encamên ne piştrast hatiye danîn.”

Komîteya Cîbicîkar a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di daxuyaniya xwe de tekez dike ku “Rewşa awarte ku herêm tê de derbas dibe derfeta avakirina dadgehên rêveberî li her deverekê nade.”

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) di raporekê de, roja 7ê Îlonê, derbarê rewşa mafên miorvan û rewşa girtiyan li girtîgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê de, rexneyan li binpêkirinên ku tên kirin girtiye.

AMNESTY di rapora xwe de diyar dike ku “rêveberiya ser bi PYD ve” her kesê ku dijberê wê partiyê be “bê belgeh digre.”

PYD di vê derbarê de ragehanadiye ku, ew ti kesî bi bihaneyên siyasî nagirin.

Derbarê rewşa şer a li Rojavayê Kurdistanê jî, Komîteya Cîbicîkar a PYD dibêje ku, pêwîst bû AMNESTY “ rewşa şer û dorpêç û gef û metirsiya berçav girtiba.”

Rêxistina Lêborîna Navdewletî tekez kiribû jî ku, nabe PYD bi hênceta şerê li dijî terorê “kesên dijberê xwe bigire.”

Rapora AMNESTY amaje  bi hebûna çendîn haletên ku heta niha nehatina dadgehkirin li girtîgehên rêveberiyê ku “ji mafên xwe yên sereke jî pêbar in” hene.

PYD jî vê yekê red dike û wiha di rapora xwe de dibêje: “Gelek rewşên ku di rapora Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî de hatine diyarkirin, ne li gorî rastiyê ne.”