Rûsya pêgeha Esed diparêze, Amerîka jî hişyariyê dide

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Rûsya çekên giran û hêzên bejayî dişîne Sûriyê, Amerîka û NATO jî hişiyariyê didin û her alîkariyekê bo rejîma Esed red dikin.

Ajansa Reutersê li ser zarê çend çavkaniyên Libnanî duh, 9ê Îlonê, belav kiriye ku, hejmareke ji hêzên bejayî yên Rûsyayê gehiştine parêzgeha Laziqiyê.

Du berpirsên Amerîkî jî ragehandine ku, Rûsyayê du keştiyên helgirtina tankan û firokeyek jî şandiye Sûriyê, tevî ku hejmareke ji hêzên deryayî yên Moskoyê jî gehiştine wî welatî.

Heta niha mebesta Rûsyayê ji şandina wî qasê mezin ji çekên giran û hêzên bejayî ne diyar e, lê berpirsên Amerîkî dibêjin ku, Mosko hewla avakirina firokexaneyeke leşkerî li nêzîk Laziqiyê (ku yek ji parêzgehê alîgir ji rejîmê re ye) dide.

Çavkaniyên Sûrî jî diyar dikin ku, rejîma Sûriyê firokexaneya Laziqiyê radestî hêzên Rûsî kiriye, lê heta niha ti çavkaniyeke fermî ev yek piştrast nekiriye.

Ji aliyê xwe ve, her yek ji Koşka Spî û Wezareta Derve ya Amerîkayê nerazîbûna xwe ji raporên ku behsa şandina hêzên Rûsî bo Sûriyê anîne ziman.

Berdevkê Koşka Spî, Eric Schultz, ragehand ku, Washington pêşwaziyê li her hewleke Rûsyayê ji bo rûbirûbûna rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ), “lê pêşkeşkirina alîkariyê bo rejîma Esed, ji aliyê her welatekî û di nav  wan de Rûsya jî, ne lojîkî ye.”

Wezîrê Derve yê Elmanyayê, Frank-Walter Steinmeier, amaje bi metirsiya Yekîtiya Ewropayê ji hewldanên Rûsya li Sûriyê kir, got jî ku, rêkeftina atomî ya ligel Îranê û destpêşxeriyên navdewletî yên nû “xalên destpêkê yên çareseriya ji siyasî ji krîzê re ne.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg, dilgiraniya xwe ji “zêdebûna çalakiyên leşkerî” yên Rûsya li Sûriyê anî ziman.

Fransayê ragehand ku, ew hewldanên Rûsyayê derfeta dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re asteng û aloztir dike.

Raporên ku behsa şandina çek û leşkeran ji aliyê Rûsyayê ve dikin, piştî wê yekê tên ku hêzên rejîma Sûriyê rastî şikestinên gelek mezin hatine, taybet piştî ku ji firokexaneya Ebû el-Dihor derketin û parêzgeha Idlibê bi temamî ket destê grûpên opozîsyonê de.

Wezareta Derve ya Rûsyayê jî ragehandiye ku, piştgiriya wê ji Esed re berçav e û neveşartî ye, rejîma Sûriyê dibêje ku, tenê pisporên leşkerî yên Rûsî alîkariya wan dike.

Piştî 4 salan ji derketina şer û pevçûnan li Sûriyê, ku ji encama wê bêhtir ji 250 hezar kes hatiye kuştin û 11 milyon jî koçber bûne, heta niha aloziyên dîtina çareseriyekê berdewam in.

Sûriyê wek navçeyeke gelek stratejîk li Rojhialta Navîn tê naskirin, rûbera wê 182 K.M çargoşe ye, beriya krîzê nifûsa wê 23 milyon kes bûn, ligel her yek ji Tirkiyê, Iraq, Urdin, Libnan, Flestîn û çend navçeyên di bin kontrola Îsraîlê de ne, hevsînor e.

Parêzgeha Laziqiyê jî dikeve rojavayê Sûriyê, li ser qeraxa Koşka Spî. Nêzîk wê jî li parêzgeha Tertûsê, binkeyeke leşkerî ya Rûsî heye.