YNK “pêşniyarên nû” derbarê pirsa serokatiyê de pêşkeş dike

Kurd24

K24- Hewlêr

Aliyên siyasî yên beşdar di Hikûemta Herêma Kurdistanê de, bo 7emîn car li ser pirsa serokatiyê dicivin, YNK û Yekgirtûya Islamî jî pêşniyarên nû pêşkeş dikin.

Civîn ji 19ê Tebaxê ve bi mebesta çareserkirina krîza serokatiyê li Herêma Kurdistanê destpê kirine, lê heta niha aliyên siyasî negehiştina ti rêkeftinekê.

Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehemd Pîre ji K24ê re got ku, ew dê bi pêşniyarên nû herin civîna 7emîn a ku dê îro, 13ê Îlonê, li hola Seid Ebdulla ya Hewlêrê birêve biçe.

Pîre amaje bi naveroka pêşniyarên nû yên partiya xwe nekir, lê dibe ku guhertinekê di rojeva civînê de çêbikin.

Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê jî pêşniyareke nû derbarê pirsa serokatiyê de, ji 5 aliyên siyasî yên sereke li Herêma Kurdistanê re, amade kiriye, li gor zanyariyên K24ê.

Du xalên sereke yên nakokiyê di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û 4 aliyên din de (Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Goranê, Komela Islamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê), desthilatên sereke yên Serokê Herêma Kurdistanê di warê leşkerî, siyaseta derve û peywendiyan de, herwiha mîkanîzma hilbijartinê ye.

PDK rijde li ser wê yekê ku, dive Serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî rasterast ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, 4 aliyên din jî dibêjin ku divê di hola Parlementoya Kurdistanê de were hilbijartin.

Rayedarên PDK tekez dikin jî ku, eger pirsa mîkanîzima serok di navbera aliyên siyasî de neyê yekalî kirin, divê xelik bi rêya sednoqên dengdanê çareseriyekê bibînin.