Mela Bextyar: YPG 200 hezar Êzdî ji komkujiyê rizgar kirin

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî YK dibêje ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) “Şingal û Çiyayê Şingalê parastin û 200 hezar Êzdî ji komkujiyê rizgar kirin.”

Serokê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Mela Bextyar li Rojavayê Kurdistanê spasiya YPG kir li ser “şikandina DAIŞê li Şingalê.”

Ew gotara Mela Bextyar di çarçoveya beşdarîkirin di 6emîn kongreyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de, îro, 20ê Îlonê, li bajarokê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê de hat.

Mela Bextyr di gotara xwe de got ku YNKê neçûye kongreya PYD da ku behsa karên xwe bike “lê em hatine ji bo spasiya we (PYD) û şervanan (YPG) bikin, yên ku 200 hezar Êdîz li Şingalê ji komkujiyê rizgar kirin û DAIŞ li Şingal, Koban û Kerkûkê şikandin.”

Bextyar da zanîn jî ku “xelkên Rojavayê Kurdistanê 7 hezar şehîd li hemû parçeyên Kurdistanê dane, ji wan 4 hezar di nav PKK de û 3 hezarên din jî li Rojava.”

Berpirsê Kargêrî yê Polîtbîroya YNK got jî ku, YPG “Em ji karesatekê li Şingalê rizgar kirin.”