Encama hilbijartinan - dê di destê hilbijêrên Kurd de be!

Kurd24

Tirkiye di 25ê Hezîranê de diçe hilbijartinên pêşwext. Destnîşankirina vê demê ji alî Serokomar Erdogan ve, wekî projeyek plankirî jî hate nirxandin.

Ji niha ve aliyên rikber di siyaseta Tirkiye de ketin e liv û tevgera peydakirina blokan, hevpeymaniyan, hevkariyan…

Siyaseta Tirkiye ji alî zanyarên siyasî û civatnasan ve, di sê navendan de dihate formulekirin.

a/ Navenda Kemalistan, Niştimanîyan, Nijarperestan, statukoparêzan, çepgîrên Tirk

b/ Navenda Islamiyan, muhafazakarên Tirkan

c/ Navenda Kurd

Lê piştî desthilata AK Partî ya 16-17 salan ne navend man, ne mantiq di nav sînorên van navendan de, ne formulasyona siyasetê bi rê û rêbazan…

Di roja me ya îro de li Tirkiye di erd a siyasî de, çendîn hevpeymaniyên seyr û bêprensîbî, tenê liser berjewendiyên hizbî-partî-kesayetî tên birêvebirin.

Dengderê Kurd/Kurdistanî, ji xwe  ji bo siyaseta Tirkiyê bûye cîhê metirsiyê. Navê Kurd-Kurdistan tirs xistiye dilê siyaseta Tirkiye de! Bêguman encama vê nêzîkahiyê herçend liser erdê niha xûya nabe, lê di dema encamdan a hilbijartinan de, dê gelek zelal û bibandor xûya bike.

Çawa?

Di sala dawî de – nêzîkahiya Enqere beramberî Kurdan / Kurdistanê her liser binameya dijberî, qedexe, êrîşbarî bû. Li hember Referendûma Serxwebûna Kurdistanê hate rawestan! Seknek gelek hişk / êrîşbar hemberê başûrê Kurdistanê û iradeya gelê Kurdistanê hate nîşandan. Siyasetek dorpêçê bi hevahengî ligel Tehran û Bexdayê, hemberî Kurdistanê hate birêvebirin. Kurdistan24 û hin medyayên din hatin qedexekirin. Heta gihişt wê redeye ku, bê gotin: em dê nan û avê liser we qut bikin! We birçî bihêlin!..

Ev helwest ligel xwe şikandinek mezin peyda kir. Netewî-demokratên bakurê Kurdistanê, Muhafazakarên bakurê Kurdistanê, Kurdên bîrmend û xwenas – ji vê nêzîkahiyê gelek dilgiran bûn. Heta gelek parlementer û bîngeha AK Partî yên ku Kurd in, nerazîbûna xwe anîn ziman. Ev şikandin – heta roja îro jî berdewam e!...

Operasyona Efrînê – dilgiraniya beramberî siyaseta Enqere gihand ast û radeyek gelek mezintir. Di dema Operasyona Efrînê de germkirina nîjadperestiya Tirk û dijberiya Kurd/Kurdistanê xwe dinav siyaset-medya-civatê de gihand rewşek hîsteriyê!

Ne berî demek dirêj bû – gava referendûma sistema Serokomariyê hate pesend kirin. Wê demê jî, nêzîkahiya muhafazakar Kurdan wêneyê hilbijartinê guhertibû. Cewazî 1 xal bû! AK Partî û Erdogan bi 1 xalê serketin.

Dengderên Kurd, di vê hilbijartinê de bi seknek aram û kamil heta roja me ya îro tevdigerin û temaşe dikin. Rastgo û zanyarên siyasî li Tirkiye, kargeriya vê nêzîkahiyê baş dinirxînin. Tînin ziman jî – Dengên Kurdan dê reng  bide encama hilbijartinê.

Ew aliyên / navendên / hevpeymaniyên ku, bi nîjadperestî, red û êrîşbariyê xwe nêzîkî Kurdan dikin – dê nikaribin dengên Kurdan bidest bixin. Rastiya Kurdan –bi sekna xwe, bi hebûna xwe, bi nirx û nasnameya xwe, bi navendên xwe yên diyar li ber çavan e. Ên vê rastiyê – bi nasandina rastiyê binirxînin, dikarin xwe nêzîkî Kurdan bikin. Gotinên – Kurd ji xwe dê deng bidin me! Ji vê rastiyê dûr in! Kurd dê deng bidin wê rastiya ku - wan nas bike û rêzê li wan û iradeya wan bigre!...

Hewlêr, 24 Nîsan 2018