Penaberên Iraqê 3 milyon derbas kirin

Praniya wan berê xwe dane bajarê Herêma Kurdistanê

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta koç û koçberan ragehan ku hejmara penaberên Iraqê 3 milyon derbas kirin  ku ji wan 46% li Herêma Kurdistanê ne.

Wezîrê Koç û koçberan li Iraqê Mihmed Elcaf di daxuyaniyekê de ragehand ku berî  şerê bajarê Enbarê dest pêbike hejmara penaberên Iraqê û li gorî amarên wezareta Koçû Koçberan 2 milyon û 900 hezar kes bûn.

Mihmed Elcaf da zanîn ku piştî şerê bajarê Enbarê 100 hezar kesên din koçber bûne deverên aram yên Iraqê wate hejmare penaberan 3milyon kes derbasdike, Elcaf eşkerkir ku ji wê rêjeya bilind ya penaberan 46% li Herêma Kurdistanê dimînin û 54% li bexda û bajarên Iraqê yên din.

Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê dirjahî bi axfitina xwe kir û got" kêmasiyên wezareta Koç û Koçberan gelekin  ji ber hejmara penaberan her roj di zêdebûnê de ye û derfetên wezaretê têra wan nake"

Ev yeke di demekê de tê ku berî neha berpisên Herêma Kurdistanê ragehand ku hejmara penaberan ya zêde li parêzgehên Kurdistanê bare Hikumetê giran kirye ku ew hejmar giheştiye milyonek û 800 hezar.