li qamişlo ENKS kongireya xwe ya siyemîn lidar dixe

Çaverê ye ku gelek biryarên girîng bêne pesendkirin

K24- Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriya û bi amadebûna endamên xwe yên ku ji hemû navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê wê iro(16.06.2015) li bajarê Qamişlo kongireya xwe ya seyemîn lidar bixe.

Gelek alîgirên Encûmena Niştîmanî nerazîbûna xwe li ser cihê li darxistina kongir anîn ziman. Di nerîna wan de bajarê Qamişlo heta neha di bin kontirola rêjîma Sûriyê de ye û dibêjin ku ew Otêlên ku endamên kongir tê bimînin hemû di bin kontirola rêjîma Esed de ye.

Ji aliyeke din ve çavdêrên siyasî diyardikin ku li darxistina kongirê seyemîn ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li bajarê Qamişlo giringiyeke wê heye ji aliyê siyasî ve lê ew çavdêrên siyasî piroblemê ne di cihê li darxistina kongir dibînin belko di program û karê ku Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ji destpêka damezrandina kongireya yekemîn dibînin.

Tê zanîn ku Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê zêdeyî carekê girêdana kongireya xwe ya siyemîn lipaş xist lê partiyên di nav encûmenê de rêkeftin li ser wan xalên ku di nav wan de pirsgirêkbûn ku girêdayîbûn bi aliyê rêxistinî û siyasî ve û îro roja sêşmbê li bajarê Qamişlo wê kongirê xwe yê siyemîn lidar bixin.