Çar ji pênc zarokên Sûriyê hejar in

Rêjeya zarokên Sûriyê yên kar dikin gihêştiye asteke bilind.

K24 – Hewlêr

Rêxistina UNICEF ya Netewên Yekbûyî û rêxistina The Children ya ne fermî di raportekê de agahdar kirin ku rêjeya zarokên Sûriyê yên kar dikin gihêştiye asteke bilind.

Her du rêxistinan di raporta “destekî biçûk û barekî giran” ragihandin ku “milmilane û krîza Sûrî dihêlin zarok bi nêçîra kedxawriya bazara kar bin”

Raportê ku li Emanê paytexta Urdinê hatiye belavkirin amaje bi wê yekê kir ku “çar ji pênc zarokên Sûriyê hejar in, 2.7 milyon zarok jî derveyî dibistanan in”

Her du rêxistinan daxwaz ji Civaka Navdewletî kirin ku girîngiyê bi vê pirsgirêkê din û zarokan ji hejarî û kar hawar bikin.

Raportê xuya kir jî “hejmara zarokên Sûriyê yên 8 salî yên ji aliyê gropên çekdar ve hatine leşkerkirin di sala 2014an de 278 zarok in.