Rûsya daxwaza hevgirtina opozîsyon, kurd û rejîma Sûriyê dike

Rûsya pêşniyara pêkanîna hevpeymaniyeke herêmî li dijî terorê dike

K24 – Naveda Nûçeyan

 

Di  destpêşxeriyekê de, Rûsya pêşniyara pêkanîna hevpeymaniyeke herêmî li dijî terorê dike, hevgirtina opozîsyon, kurd û rejîma Sûriyê jî wek pêkhateyeke wê hevpeymaniyê dide zanîn.

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh, 3 Tîrmehê, di konferenseke rojnamevanî de got: “Serokê Rûsyayê pêşniyar kiriye ku, pêwîste tevaya dewletên navçeyê hemû hewlên xwe yek bixin. Di nav wan welatan de Sûriyê jî, divê rejîm û opozîsyona çekdar û kurd jî hewlên xwe yekbixin.”

 

Werzîr diyar kir jî, di vê destpêşxeriyê de Kurd cihê xwe digirin, herwiha Iraq, Îran, Tirkiyê û Erebistana Siûdiyê jî.

Lavrov tekez kir jî ku Rûsya projeya xwe li ser kesî ferz nake, lê arîşeyên di navbera dewletên herêmê de, wan ji erkê sereke di rûbirûbûna terorê de, mijûl dike.

 

Navborî da zanîn jî ku, deriyê Rûsyayê li pêş her danûstan û gotûbêjekê vekiriye, herwiha piştgiriya her destpêşxeriyekê ku aramnca wê başkirina tedbîrên DAIŞê be, dike.