UNESCO, DAIŞê şermezar dike

DAIŞ şûnwarên Tedmurê wêran dike

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê “UNESCO” têkbirina şûnwarên bajarê Tedmurê ji aliyê DAIŞê ve, şermezar kir.

 

Rêvebera Giştî ya UNESCOyê Irina Bokova got: “Ev rêxistin hewl dide ku xelkê ji kelepûra wan bêpar bike.”

Bokova diyar kir jî ku “hilweşandina şûnwaran –ji wan jî peykera Şêrê Esînayê – nîşana nezanbûn û hovîtiya grûpên çekdar in.”

 

Rûpelên ser bi rêxistina DAIŞê çend wêne belav kiribûn, ku têde diyar bû çekdarên wê şûnwarên ji Tedmurê hatibûn dizîn têkdibirin.

 

Rêxistina DAIŞê di naverasta meha Gulana borî de, bajarê Tedmur ê dîrokî control kiribûn, ji wê demê ve metirsî li ser şûnwarên wî bajêrî zêdetir dibin.

 

Beriya niha jî çekdarên heman rêxistin, çendîn şûnwar li parêzgeha Mûsilê ji nav biribûn.