Li Kobanê û Girê Spî “24” çekdarên DAIŞê hatin kuştin

di operasyonekê de li başûrê Kobanê û Rojhilatê Girê Spî 24 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

K24 – Kobanê

 

Şervanên Yekîniyên Parastina Gel (YPG) di operasyonekê de li başûrê Kobanê û Rojhilatê Girê Spî operasyonek pêkanînd, di encamê de 24 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

 

Navenda ragihandina YPGê îro, 4ê Tîrmehê, di  daxuyaniyeke nivîskî de ragehadan ku “yekîneyên me duh êvarê operasyonek li gundê Serê Kaniyê (başûrê Kobanê) pêk anîn û şerekî giran di navbera wan û DAIŞê de derket, di encamê de 18 çeteyên DAIŞê hatin kuştin, 12 çeteyên din jî birîndar bûn.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “di pevçûnên gundê Serê Kaniyê de 3 ji hevalên YPG şehîd bûn.”

 

Derbarê şerê li rojhilatê Girê Sipî de jî, di daxuyaniyê hatiye: “duh êvarê çeteyên DAIŞê otombîleke bombekirî li gundê Qenterê yê sînorî teqandin, piştre jî êrîşî bexçeyekî kirin ku şervanên Artêşa Azad parastina wê dikirin, çar çekdaran xwe di nava bexçe de teqandin.”

 

Di encama wan teqînan de 6 çeteyên DAIŞê û 2 şervanên Artêşa Azad hatin kuştin.