Brîtaniyayê alayên xwe ji qurbaniyên êrîşa Tûnsê re nizim kir
K24-Navenda Nûçeyan
Bi milyonan Brîtanî weke rêzgirtinkê ji qurbaniyên teqîna Tûnsê re, ku 30 Berîtanî têde hatin kuştin, xulekeke bêdengiyê rawestiyan.
Teqîn li bajarê Sûse ku kenareke geştiyariyêye li Tunsê ji aliyê çekdarekî DAIŞê bi navê Seyf Elrezoqî hatibû encamdan û têde 38 kesên biyanî hatin kuştin ji wan jî 30 geştyarên Brîtanî bûn.
Di wê xuleka rêzgirtinê de, alayên Brîtaniyayê li ser Perlamentoyê û Qesra Serokwezîr hate nizim kirin, herwiha li ser dezgehên fermî û balyozxaneyên Brîtaniya li cîhanê jî.
Beriya neha jî, Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Michael Fallon proje yasayek amade kiribû ku têde daxwaza rezamendiya pa5rlementoyê bo encamdana operasyonên ezmanî li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê.
Di nîrna Fallon de, DAIŞê plana êrîşa Tûnisê li Sûriyê dariştibû.