Firokeyên Iraqî belavokan ji welatiyên Mûsilê re diavêjin xwar

odeyeke hevbeş bo rizgarikirina Mûsilê li gel Herêma Kurdistanê hatiye pêkanîn.

K24-Navenda Nûçeyan

Firokeyên artêşa Iraqê belavokan ji welatiyên Mûsilê re diavêjin xwarê û têde radgehînin ku wê di demeke nêzîk de çekadrên DAIŞê ji bajarê derkevin.

Belavok bi navê Wezareta Berevaniya Iraqê hatine derxistin û têde wiha hatiye nivîsîn: "Dem hatiye ku hûnê bi anahiya xudê ji zordariyê xilas bin û vegerin jiyana xwe ya berê hêzên we li ber dergehane alîkariya wan bikin."

Tê zanîn ku rêxstina DAIŞê ji 10 Hezîrana borî ve bajarê Mûsilê kontrol kiriye.

Berî neha bi mebesta rizgarkirina bajarê Mûsilê Wezareta Berevaniya Iraqê ragehandibû ku operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê bi dawî hatiye.

Serokwezîrê Iraqê HeydeEbadî di demê serdana xwe ya Li Herêma Kurdistanê ragehandibû ku odeyeke hevbeş bo rizgarikirina Mûsilê li gel Herêma Kurdistanê hatiye pêkanîn.

 Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêmergeyên Kurdistanê Cebar Yawir li ser haman babetê ragehandibû ku pêşmerge  wê beşdariyê di projeya rizgarkirina Mûsilê de bikin.