Hêzên rêjîma Sûriyê dikevin Zebedanî

Bi piştevaniya Huzbulah ya Libnanî derbas bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Hizulaha Libnanî piştî êrîşek tund, îro 5 Tîrmehê ketin Bajarokê Zebedanê.

Çavkaniyekî ewlehiya Sûrî ji ajansa Frans Press re ragehand “Eniya Zebedanî pêşketinin baş lê rû dan” nîşan da ku hêzên wan îro derbasî aliyên rojavayê Zebedanî bûn.

Ji aliyê xwe de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan tekez kir ku “Piştî operesyoneke tund ku firokeyan herî kêm 12 bermîlên teqîner bi ser Zebedanî de barandin.”

Herwiha di encama “Pevçûnên tund” de Rewangehê ragehand ku 14 ji leşkerên rêjîmê û çekdarên Hizbulah û 11 ji çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.

Bajarok Zebedanî dikeve bakurê Dîmeşqê bi 20 K.m, ji yekemîn bajarên ku li dijî rêjîma Sûriyê serî hilda bû.