Pentagon: Nûrî Malikî sedema ketina Mûsilê bû
K24-Navendeya Nûçeyan
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê (Ashton Carter) ragehand ku Nûrî Malikî sedema ketina Mûsilê ye, dibêje jî ku serkirdeyên “jîr û lihevhatî” ji rizgarkirina nevçeyan re pêwîstî in.
Di civîna Encûmena Pîran a Amerîkyê de, Ashton Carter ragehand ku pêwste proseya perwerdekirin û pirçekkirina leşkerên Iraqê biserbikeve û da zanîn ku heta neha 250pisporên Amerîkî gehiştine Iraqê.
Derbarê ketina Mûsilê de, Carter aşkere kir ku Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî sedema ketina Mûsilê bû û got: “Siyaseta Heyder Ebadê cudaye ji ya Malikî.”
Herwiha diyarkir ku piştî ketina bajarê Mûsilê artêşa Iraqê lawazbûye û bi mebesta bihêzkirina leşkerê Iraqî û pêşkeftina wan, Amerîka plana şandina 3hezar û 500perwerdekraran dariştiye ku li ser 6 navendan hatine parvekirin.
Di dawiya axfitina xwe de, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ragehand ku Pêmergeyên Herêma Kurdistanê “Hêzeke Bejayî ya çalak û bihêze ku berevaniya xaka xwe dike” herwiha diyakir ku ew dê li ser pirçekirina wan berdewam bin.