YEyê derfeta dawî did Yonanistanê

senareyoyeke hûr” derbarê egera derkirina Yonanistanê ji YEyê amade kiriye.

K24-Navenda Nûçeyan

Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê (YE) derfeta dawî didin Yonansitanê, piştî şikestina danûstandinên di navbera her du aliyan de.

Roja yekem ji danûstandinên di navbera serkirdeyên YE û Yonanistanê de duh, 7ê Tîrmehê,  bê encam bidawî hat, Serokê Komisyona Ewropî (Jean Claude) jî  dibêje ku wan “senareyoyeke hûr” derbarê egera derkirina Yonanistanê ji YEyê amade kiriye.

Roja Yekşema borî, referandûm li ser mercên YE bo Yonanistanê birêve çû, di ecamê de Yonaniyan ew mercên Ewropî red kirin, ev yek jî bibû cihê nerazîbûn û digiraniya welatên Ewropî.

Serokê Encûmena Ewropî (Donald Tusk) di konferensekî rojnamevanî de li Brukselê got: “Bêguman em di qonaxeke hestiyar derbas dikin,  eger heta roja Yekşemê em negehiştin ti rêkeftinekê, senaryoya reş (derkirina Yonanistanê ji YE) jî li berdets e.”

Serkirdeyên Ewropî ku niha li Brukeslê ligel serkirdeyên Yonanistanê civînên xwe destpêkirine, hêvî dikin ku heta roja Yekşema bê (ku derfeta dawiyê ye) ew bigehin rêkeftinekê, yan jî dê hemû senaryoyên derbarê man û nemana Yonanistanê di YEyê de li berdest bin.

Yonanistan niha di krîzeke aborî ya dijwar de derbas dibe, welatên Ewropî jî planeke çend xalî wek merc pêşkeşî hikûmeta Yonanistanê kirine, da ku alîkariya wê bo derbaskirina wê krîzê bikin.