Bahoza “Çan Hom” 800 hezar Çînî derbider dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Bahoza Çan Hom yê tund îro şemiyê digehe Şanghayi ya Çînî, 865 hezar kes jî ji malên xwe derketin.
Ev bihêztirîn bahoz e ku ji sala 1949an de li Çînê dixe, lezbûna bahozê jî digihe 210 K.m di demjimêrekê de.
Ajansa Çîna Nû ragehand ku dora 865 hezar kes ji malên xwe hatin derxistin û 30 hezar keştiyên nêçîriyê jî vegerîn bendera Zîn Ciyang piştî ku bilindbûna pêlên deryê gihêşte 10 metroyan.
Bahoza Çan Hom di vê hefteyê de li Filipînê 5 kuştî encam dabû, li Japoniyayê jî bêtirî 20 kesan birîndar bûbûn.