Li Şingalê 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
K24 – Hewlêr
Firokeyên hevpeymanan pêgehên DAIŞê li nava Şingalê bombebaran kirin, di encamê de jî “7” çekdar hatin kuştin.
Fermandarê lîwaya 8 a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Lîwa Haşim Sîteyî, duh, 10 Tîrmehê, ragehand ku “firokeyên hevpeymanan 4 caran pêgehên DAIŞê li taxên Nesir û Seyide zêneb li nava bajarokê Şingalê.”
Derbarê ziyanên madî û mirovî de yên ku ji encama bombebaranê gehiştine çekdaran Sîteyî got: “Di encama êrîşan de du pêgehên DAIŞê wêran bûn û 7 terorîst jî hatin kuştin.”
Ji 3ê Tebaxa sala borî ve, çekdarên DAIŞê bajarokê Şingal dagîr kirine, neha jî Pêşmergeyan derdora wî bajarokî dorpêç kirine û çaverêyî fermana destpêkirina operasyona azadkirinê ne.