De Mistura pêşniyarên nû bo krîza Sûriyê pêşkeş dike

De Mistura îro Şemiyê gehiştiye Qahîreyê

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Biryare Nûnerê Netewên Yekbûyî li Sûriyê pêşniyarên nû derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de pêşkêş endamên Encûmena Asayişa Navdewletî bike.

 

Berdevkê NY Ferhan Heq duh, 10 Tîrmehê, ragehand ku dê Staffan De Mistura pêşniyarên nû bo çareseriyeke siyasî li Sûriyê rabigehîne.

 

De Mistura raportek derbarê encamên hevdîtinên xwe ligl rêjîm û aliyên opozîsyonê radestî Sekreterê Giştî yî NY û balyozên çen welatên endamê di Encûmena Asayiş de kiribû.

 

Li gor ku Ferhan Heq diyar kiriye, dive De Mistura danûstandinên xwe bi armanca “Danîna pêşniyarên xwe berî 28 Tîrmehê bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê” berdewam bike.

 

Li gor çavkaniyên medyayî, De Mistura îro Şemiyê gehiştiye Qahîreyê, dê ligl Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şukrî re bicive.