Li Kerkûkê 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
K24 – Kerkûk
Berpirsekî meydanî yê Pêşmergeyan li Kerkûkê ragehand ku, di şer û pevçûnên li başûrê bajêr de 8 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Lîwa Westa Resûl di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand ku “Hêzên Pêşmerge duh, 10ê Tîrmehê, danê êvarê êrîşeke DAIŞê li gundê Henabiyê ya navçeya Riyadê têk birin.”
Resûl bal kişande ser ziyanên ku gehiştine DAIŞê û got: “Ji encama rûbirûbûna wê êrîşê de, 8 çekdar hatin kuştin û hejmarek otombîlên DAIŞê jî hatin jinavbirin.”