YPG: Şervanên me 11 hezar K.M ji axa Rojava rizgar kirine

Rizgarkirin li ser du qonaxan bû

K24 – Qamişlo  

 

Fermandariya YPGê bidawîbûna operasyona “Rûbar Qamişlo” ragehand, di encamê de jî “11 hezar K.M” ji axa Rojavayê Kurdistanê rizgar kirin.

 

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh, 10 Tîrmehê, di konferensekî rojnamevanî de li Qamişlo ragehandin “Operasyona rizgarkirinê di qonaxa yekem de ji çiyayê Kizwan destpê kir, piştre gehişte herêma Til Temir û gundewarên Serê Kaniyê, di qonaxa duyem de jî bajarokên Mebrûka û Silûkê bi temamî hatin rizgarkirin.”

 

Sozdar Dêrik di konferensê de tekez kir ku “Çeteyên DAIŞê gelek ziyanên mezin dîtin, bi awayekî ku di qonaxa yekem de hezar û 315 çete û di qonaxa duyem de 529 çete hatin kuştin.”

 

Dêrik da zanîn jî ku di rojên dawî de çekdarên DAIŞê gelek caran êrîşî çeperên me li çiyayê Kizwan û Eyn Îsa û Sirînê kirin, lê hemû êrîşên wan têk çûn.

 

Derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî, Dêrik got “Ji çar salan ve YPGê  berevaniyê li Rojava dike û kî dixwaze berevaniya Rojavayê Kurdistanê jî bike, dikare di bin ala YPGê de bike.”