Beşek ji sûra Keleha Heleb hildiweşe

Keleha Heleb di lîsta ketura cîhanê ya UNESCOyê de hatiye tomarkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sedema teqandina tonelekê li derdora Kelha Helebê ya dîrokî, beşek ji sûrê kelhê hilweşiya.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand ku beşek ji sûrê kelha Helebê, ji encama teqîna tonelekê şeva borî, 11ê Tîrmehê, li taxa Heleba kevin, hilweşiya.

Kelha Helebê yek ji şeş cihên Sûrî ye, ku di lîsta ketura cîhanê ya UNESCOyê de hatiye tomarkirin, gelek caran ji encama pevçûnên di navbera rejîm û opozîsyonê de ziyan gehiştinê de, lê ev yekemîn car e ku beşek ji sûrê wê tê hilweşandin.

Ji destpêka krîza Sûrî ve, bêtirî 300 cihên dîrokî hatine wêrankirin û şûnwarên di nava wan de hatine dizîn, li gor ku Netewên Yekbûyî ragehandiye.

li gor rêveberê rewangehê “Her car çekdarên opozîsyonê di rûbirûbûna rêjîmê de tektîka teqandina tonêlan bikar tînin, lê heta neha berpirsyarê teqînê nehatiye zanîn.”