Tirkmen mercên xwe bo destûra Kurdistanê nîşan dikin

Tirkmen daxwaza çespandina mafên xwe di destûra Herêma Kurdistanê de dikin

K24 – Hewlêr  

Serokê frekesiyona Tirkmenî di perlemantoya Kurdistanê de daxwaza çespandina mafên Tirkmenan di destûra Herêma Kurdistanê de dike.

Aydin Marûf di daxuyaniyeke rojnamevanî de îro 12 Tîrmehê ragehand ku “Aliyên Tirkmenî li hev kirine ku divê mafên Tirkmenan di destûrê de were çespandin ji ber ku ew netewa duyem in.”

Marûf derbarê daxwazên Tirkmenan de wiha anî ziman “Zimanê Tirkmenî wek zimanekî fermî di desgehên Kurdistanê de were bikaranîn, dureşmeyên Tirkmenî di al û sirûda Kurdistanê de jî hebin.”

Herwiha Marûf got jî “Em beşdariya rasteqîne di desthilatên Kurdistanê de dixwazin, tevî posta cîgiriyê di her sê serokatiyan de.”

Serokê Herêma Kurdistanê di Gulana borî de qanûnek nû ji bo danîna destûrekî taybet bi Kurdistanê pesend kiribû, niha jî komîtek ji 21 endaman ji hêzên siyasî û pisporan reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê datînin.