Serokê Keşayên Vatîkanê bi tohmeta destdirêjiyê tê darizandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê berê yê Keşayên Vatîkanê bi tohmeta destdirêjiya li ser zarokan tê darizandin, ew jî wek bûyerekî dîrokî hat binavkirin.
Duh, 11ê Tîrmehê, dadgeha Vatîkanê dosyaya Josef Veselovsky (ku ji Polendayê ye) li Vatîkanê bi tohmeta destdirêiya li ser zarokan vekir, lê navborî li pêşberî dadgehê amade nebû.
Li gor medyaya Vatîkanê, Josef Veselovsky bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û rewşa wî ya tenduristî gelekî xirab e.
Veselovsky ku ji Îlona sala 2014an ve, di bin rûniştina neçar de ye, sibeha Şemiyê di rûnişteke bilez de dadweran tohmetên wî xwendin.
Li gor ku dadgehê diyar kiriye, tohmetên Veselovsky ev in, destdanîna li ser hejmareke mezin ji wêneyên zarokan di rewşêne sêksî de û veşartina wan, destdirêjiya sêksî li ser zarokên temen 13-16 salî.
Cezaya tohmetên ku dê Veselovsky li gor wan were darizandin, 6-7 sal girtin e, dibe dadgehkirina navborî jî bo salekê dirêj bike.