Piştî 56 rojan ji girêfta birçîbûnê ji zîndanê derket

Girêfta birçîbûnê bû sedema serbestberdana Xidir Ednan

K24 – Navenda Nûçeyan  

Îsraîl serkirdeyê Tevgera Cîhad ya Îslamî piştî 56 rojan ji girêfta birçîbênê ji zîndanê serbest berda.

Îsraîlê îro 12 Tîrmehê serkirdeyê “Tevgera Cîhad” Xidir Ednan piştî ku di meha borî de gihêştibûn rêkeftinekê, ku navborî girêfta birçîbûna xwe bibire, ji zîndanê serbest berda.

Îsraîlê ji Tîrmeha borî de ji bo cara dehmîn Ednan di bin “girtina Îdarî” girtin, 4 Gulanê jî piştî girêfta birçîbûnê ji nexweşxanê re hatibû veguhêstin, bê dadgehkirin vê sibehê hate serbestkirin.

Ednan (37 salî) ji bajarê Cinînê ye, berê jî di sala 2012an de ji ber girêfta birçîbûnê û ji zîndanê derketibû.