KCKê gefan li Tirkiyê dixwe
K24 – Navenda Nûçeyan
KCKê gefê “armanckirina” bendavan li Tirkiyê dixwe, eger desthilatdarên Tirkiyê karên avakirina bendav û qereqolan li Bakurê Kurdistanê ranewestînin.
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê de duh, 12ê Tîrmehgê, Tirkiyê bi “binpêkirina agirbestê” tohmetbar kir û çend gef jî li desthilatdarên wî welatî xwarin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku “armanc” ji hewldanên Tirkiyê di warê avakirina bendav û qereqolan li Bakurê Kurdistanê “ne peydakirina elektrîkê ye, lêbelê derbiderkirina gelê me ye.”
Lewma KCKê gefa armanckirina wan hewldanan li Tirkiyê xwariye, eger bê û ew hewldan berdewam bin.