Artêşa Iraqê operasyona azadkirina Enbarê destpê dike

Firokeyên hevpeymaniya navdewletî hêza Heşd Al Şehbî jî pişikdar in

K24 – Hewlêr  

Hêzê artêşa Iraqê û çekdarên Şîe dest bi operasyona azadkirina Enbarê kirine, neha jî Felûce dorpêç kirine.

Berpirsê ragehandina serokatiya operasyonên hevbeş ragehand ku “êrîşa berbanga duşemê destpê kiriye ji Artêşa Iraqî, Heşd Şeibî, Hêzên Taybet, polîs û çekdarên hozên Sunî yên Enbarê pêk tê.”

Herwiha fermandarên Artêşê û Heşd Şeibî ragehandin ku armanca yekemîn kontrolkirina bajarê Felûceyê ye. Lê li gor çavkaniyan, êrîşên hêzên Iraqî rastî berxwedaneke tund ji aliyê çekdarên DAIŞê ve tên, ku pênc otombîlên bombekirî li nêzîkî Felûce bo rîgirtin li her pêşdeçûneke artêşê danabûn.

Li gor çavkaniyên polîsên Iraqî, hêzên Iraqî ji başûr û rojava ve êrîşî Rumadî dikin.

Ketina Rumadî di destê DAIŞê de ji berî du mehan ve, şikestineke mezin bû ji hikûmeta Bexdayê re. lê di heman demê de û bi alîkariya êrîşên ezmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî karîn parêzgeha Diyala û bajarê Tikrîtê kontrol bikin.

Firokeyên hevpeymaniya navdewletî ji roja yekşemê ve êrîşên xwe li Iraqê zêde kirin, bi awayekî ku 39 êrîş li dijî baregehên DAIŞê pêkanîne, jê 29 li derdora Rumadiyê bûn.

Tevî ku Rumadî armanca stratejîk e, lê çavkaniyên ji Artêşa Iraqî û serkirdeyên Şîe dibêjin armanca destpêkê kontrolkirina Felûcê ye.