Lîwa Giwabiş li Zebedanî hate kuştin

Fermanderekî “Paswanên Şoreşgerî yê Îranî” hate kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermanderekî “Paswanên Şoreşgerî yê Îranî” Lîwa Ebdulkerîm Giwabiş li Zebedanî hate kuştin.

Ajansa “Rihab Nwes” duh danê êvarê 13 Tîrmehê tekez kir ku Lîwa Giwabiş li Zebedanî hate kuştin, û ragehand jî ku Giwabiş hate Sûriyê bo berevaniya “Pîrozbahiyên Şîe” bike û ew jî ji serkirdeyên nêzîkî “Feyleq Qudis” e.

Giwabiş çavdêrî û rêveberiya operesyonan li Sûriyê dikir, mîna Emîd Cebar Dirîsawî yê ku di sala 2014an de li Helebê hatibû kuştin.

Li gor pisporan, bi kuştina lîwa Giwabiş “Feyleq Qudis” derbeyeke mezin dît, ku natê bawerkirin ku fermanderkî bi pileya Lîwa were kuştin û hejmarek ji paswan û çekdarên wî nehatibin kuştin.