YPGê û YPJê navenda kehrebê li Hesekê kontrol kirin

Şer û pevçûn li Hesekê berdewam e

K24 – Navenda Nûçeyan

Şervanên YPGê û YPJê navenda kehrebê ya bajarê Hesekê yê ji destê DAIŞê derxistin. 

Şeva borî 15 Tîrmehê şerekî giran di navbera şervanên YPGê û DAIŞê de li bajarê Hesekê derket. Di encamê de şervanên YPGê karîn navenda kehrebê ya Hesekê, ku li ser riya bajarê Dêrezorê ye, ji destê DAIŞê derxînin. 

Piştî wê operasyonê çekdarên DAIŞê hewl dan bi otomobîleke bombekirî êrîşî şervanên YPGê bike, lê berî ku bigehe armanca xwe, şervanan otombêl teqandin. 

Ji aliyekî din ve jî, çekdarên DAIŞê bi otomobîleke bombekirî êrîşî avahiya sotemeniya Hesekê “Sadkop” kirin û di encamê de komek leşkerên sûrî hatin kuştin.