Teqîna li Kobanê û çîrokên cuda

Sê şervanên YPGê şehîd bûn

K24 - Kobanê

Duh 20 Tîrmehê teqînek li Kobanê rû da, derbarê hûrgiliyên bûyerê jî çîrokên cuda hatin ragehandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand ku “Otombîlek bombekirî li rêbenda Yekîneyên Parastina Gel li nêzîkî Goristana Şehîdan li ser riya Helebê teqiya.”

Li gor çalakvanên nava bajarê Kobanê ku otombîlekê bombeyên neteqiyayî hilgirtibû li nêzîkî navenda çakirina amîreyên YPGê teqiya.”

Ji aliyê xwe ve, serokê desgeha navxweyî ya kantona Kobanê Bozan Xelîl di daxuyaneke rojnamevanî de ragehand “Teqîn ji encama germahiyê û çewtiyeke teknîkî di ambarên cebilxaneya (Hawn) de çê bû, di encamê de sê şervanên YPGê şehîd bûn û du şervanên din jî birîndar bûn.”

Ev teqîn di heman demê de bi teqînek din li pirsûsê li bakurê Kurdistanê rû dabû, ku 31 kesan jiyana xwe jidest dabûn û bêtirî 100 kesî jî birîndar bûbûn.