Focek ji keçên Êzdî li Şingalê hate damezrandin

Bo amadebaşiyê ji şerê DAIŞê re bikin

K24 - Şingal

Focek ji keçên Êzdî bo pişikdariya şerê li dijî DAIŞê bikin li Şingalê ji 300 keçik hate damezrandin û li benda çekirinê ne.

Qayimeqamê qezaya Şingalê Miyeser Hacî Salih ji KDPê.info re ragehand ku di çarçoveya damezrandina yekîneyên hêza Şingalê de, ku 16 foc in, jê focek ji 123 keçên Êzdî hate damezrandin.

Herwiha Salih got jî ku zûdetirî 300 keç navên xwe tomar kirine hejmarek din jî amade ne navên xwe tomar bikin. Ew hêz jî girêdayî hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ne.

Derbarê xwebexşîna keçan di wê hêzê de Salih amaje bi wê yekê kir ku di divê temenên wan di navbera 18 – 30 salî de bin.

Biryar e 5 foc ji wê hêzê di din fermandariya fermandarê Êzdî Qasim Şeşo de bin û 11 foc jî li derdora çiyayê Şingalê belav bibin, bo amadebaşiyê ji şerê DAIŞê re bikin.