Dosyaya 400 keçên Êzdî pêşkeşî Dadgeha Tawanan a Navdewletî tê kirin

Bi dehan wêne, vîdyo û belge li ser rewşa Êzdiyan hatine amadekirine

K24 – Hewlêr  

Rêxistineke çalak di warê tundûtîjiya li dijî jinan de ragehand ku, ew dê dosyaya 400 keçên Kurdên Êzdî pêşkeşî Dadgeha Tawanan a Navdewletî bike.

Berpirsê nivîsgeha Rêxistina Asûde ya taybet bi nehiştina tundûtîjiya li dijî jinan, Welîd Elî ragehand “Piştî bûyerên Şingalê, wek rêxistineke civaka sivîl, me karî bi hawara jinên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin bihatana.”

Elî got jî “Di salekê de me karî alîkariya 74 jinên Êzdî bikin û heta neha me 300 hezar dolar pêşkeşî wan kiriye”

Elî amaje bi wê yekê kir ku “Projeya li ber destê me ew e ku 400 halet bi wêne û vîdyo û belge amade kirine, emê bi razîbûna wan jinan pêşkêşî Dadgeha Tawanan a Navdewletî bikin.”

Di 3yê Tebaxa sala borî de, DAIŞê êrîşî Şingalê kir, bi sedan keç û jinên Kurdên Êzdî revandin, hejmarek ji wan karîn xwe ji destê çekdaran rizgar bikin, lê beşeke din hîn dîl di destên wan de mane.