Sê rojnamevanên Spanî li Helebê hatin revandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîtiya Rojnamevanên Spaniyayê ragehand ku sê rojnamevanên wî welatî li Helebê hatine revandin.
Çavkaniyên Yekîtiya Rojnamevanên Spaniyayê duh, 21 Tîrmehê, ji rojnameya “El-BAIS” ye Spanî re ragehandin ku sê rojnamevanên Spanî ku roja, 10 Tîrmehê, gehiştibûn Helebê û piştî rojan peywendî bi wan re hatiye birîn.
Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Spanyayê jî got ew pirsa birîna peywendiyê ligel her 3 rojnamevanan dişopîne.
Ew rojnamevan Antonio Bambliaga, Joseh Manoel Lopez û Anjel Sastry ku 10 Tîrmehê gehiştibûn Helebê, neha çarenivîsa wan ne diyar e û nayê zanîn ku ew hîn bi hev re ne yan her yek ji wan li cihekî cuda ye.
Ew her sê rojnamevan ji bo amadekirina raportekê çûbûn Helebê.