Firokeyên Tirkiyê pêgehên PKKê bombebaran dike

Bombebarana pêgehên PKK berdewam e

K24 - Hewlêr

Firokeyên şer ên Tirkiyê pêgehên PKK li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Şeva borî, 26ê Tîrmehê, danê êvarê firokeyên Tirkiyê ji navenda Amedê ya leşkerî firîn û pêgehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Qendîl, Xakurkê û Amêdiyê bombebaran kirin.

Herwiha firokeyan gundên Kêste û Baloke li devera Berwarî Bala li navçeya Amêdî ya girêdayî parêzgeha Dihokê jî bombebaran kirin.

Firokeyên F16 demjimêr 19:41 ji navenda leşkerî ya Amedê rabibûn, piştî encamdana 9 êrîşê ezmanî, di demjimêr 23:33 vegeriyan cihên xwe.