Artêşa Amerîkayê piştevaniya hêza Pêşmerge dupat dike

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Amerîkî kir

K24 – Hewlêr  

Fermandarê navendeya hêzên Amerîkî li Iraqê dupat dike ku Artêşa Amerîka di hemû waran de piştevanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh “28 Tîrmehê” pêşwazî li fernamderê navenda hêzên Amerîkî Lloyd Austin û balyozê Amerîkî li Iraqê Steward Jones û şanda pê re kir û rewşa meydanî û rûbirûbûna terorîstan li Enbar, Selahedîn û Kerkûkê gotûbêj kirin.

Derbarê bombebarankirina firokeyên Tirkiyê ji pêgehên PKKê re, serok Barzanî amaje bi wê yekê kirk u her du alî divê li masa goftûgoyan pirsgirêkan şareser bikin.

Herwiha serok Barzanî pişikdariya Tirkiyê di şerê li dijî DAIŞê de bi erênî nirxand.

Ji aliyê xwe ve jî Austin amaje bi hêza Pêşmerge kir û dupat kirk u Artêşa Amerîkayê di her waran de piştevaniya hêzên Pêşmerge dike.