Komîta qanûnî bo pirsa serokatiya herêmê dicive

Fraksyona Partî, kota Xiristiyan û Tirkmenan jî ew civîn baykut kirin

K24 – Hewlêr  

Komîta qanûnî ya perlemantoya Herêma Kurdistanê bi serpiriştiya serokê perlmantoyê li ser pirsa serokatiya Herêmê civiya.

Li gor biryara serokê Perlemantoya Kurdistanê Yosif Mihemed, îro “29 Tîrmehê” komîta qanûnî ya perlemantoyê bo amadekirna raportekê li ser projeyên çar fraksyonan (Tevgera Goran, YNK, Yekgirto û komela Îslamî) bo pirsa serokatiyê civiya.

Perlemanterê partî û endamê komîta qanûnî Veman Feysel ji “War” re ragehand ku ev biryara serokê perlemantoyê, gefek e din e ya binpêkirina peyrewa navxweyî ya perlemantoyê ye.

Herwiha navborî got jî ku Yosif Mihemed bi çi rengî mafê wî tune ye civînên komîtê diyar bike, lê ew bi fişarên Goran û aliyên din yên Herêmê bûye.

Hat zanîn jî ku fraksyona Partî, kota Xiristiyan û Tirkmenan jî ew civîn baykut kirin. Herwiha perlemantoyê biryara dayîna derfeteke din bo sazana aliyên siyasî bo vê pirsê da.