Mîranî: Pîvanên piranî û kêmanî di pirsên niştimanî de redkirî ne

“Nakokiyên me li ser awayê hilbijardina Serokê Herêma Kurdistanê hene.”

K24 – Hewlêr   

Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragehand, nabe her partiyek sîstema hikumraniyê ji aliyê xwe ve diyar bike, divê gel biryarê li ser wê yekê bide. 

Şandeya PDKê bi serpsreştiya Fazil Mîranî duh, 29 Tîrmehê, serdana Partiya Komonîst ya Kurdistanê kir û pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û sîstema hikumraniyê bi berpirsên wê partiyê re gotûbêj kir.

Piştî civînê di konfiranseke rojnamevanî yê hevbeş de, Mîranî ragehand “Nakokiyên me li ser awayê hilbijardina Serokê Herêma Kurdistanê hene, hilbijartina serok ji aliyê gel ve nayê wateya ku sîstema desthilatdariya serokatî ye.”

Herwiha Mîranî got jî “Di pirsên niştîmanî de nabe li gor pîvanên kêmanî û piranî biryar were dan.” amaje bi wê yekê jî kir ku yekalîkirina posta Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê bi lihevkirina aliyan bû. 

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komonîst a Kurdistanê Kawe Mehmûd ragehand “Hemû aliyan nêrînên cuda hene, lê ya girîng ew e ku di dawiyê de, berjewendiya xelkê Kurdistanê be.”